Derbarê Me
Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (Dicle Toplumsal Araştırmalar Merkezi, DİTAM) di sala 2010an de li Amedê wek saziyeke ramanê hatiye damezrandin.
Di nav endamên wê yên damezrêner de akademîsyen, bijîşk, parêzer, endezyar, rojnamevan, nivîskar, parlamenterên berê û karsaz hene.
DİTAM, wek saziyeke serbixwe û li gorî armanc û prensîbên xwe, dixwaze bi rêya lêkolînên ku ji aliyê pisporên mijarê ve têne kirin, rewşa heyî ya li ser mijarên aborî, civakî û siyasî – di serî de ya Amedê – destnîşan bike û di ronahiya van agahiyan de, bi zextkirina li ser saziyên têkildar, beşdarî çareserkirina pirsgirêkan bibe.
Di dema meşandina van xebatan de, ji bilî çavkaniyên xwe, ji sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî jî (Yekîtiya Ewropayê, Konsolosxaneya Swêdê, Weqfa Civaka Vekirî û hwd.) piştgiriyê distîne.